Sinan Doğan
10 Tebax 2024•Rojanekirin: 11 Tebax 2024
Li Brezîlyayê balafira ku 58 rêwî û 4 muretebat tê da bên ket niştewara nêzî bajarê Sao Pauloyê.
Balafira cureyê ATR-72 ya Rêhewayên Voepassê ya ku ji bajarê Cascavelê diçê Guarolhusê bi 58 rêwî û 4 muretebatên xwe va li bajarê Vînhedoyê ya li bakurê Sao Pauloyê li niştewarekî ket.
Di nûçeya di çapemeniya Brezîlyayê da hat gotin ku ji balafirê tu kes sax nefilitiye. Di dîmenên çapemeniya civakî da xuya dike ku balafir li dora xwe tîkane digere û dikeve. Ekîbên agirkujiyê çûn cihê bûyerê û agir bi balafirê ketiye.
Di daxuyaniya Voepassê da hat diyarkirin ku di balafirê da bi tevahî 62 kes hebûne.
Rayedaran ragihand ku ekîbeke piştgiriyê ya girêdayî Hêzên Esmanî ya Brezîlyayê ber bi herêma balafir lê ket va çûn.