Haydar Karaalp
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Li Bexdaya paytextê Iraqê ji ber germahiya zêde ya ku digêhêje 50 pileyan û ceyrana ku tê birîn, jiyana welatiyan zehmettir dibe.
Ji ber germahiya zêde ya bi taybetî ji meha hezîranê û vir va dewam dike, bikaranîna klîma û sarincan jî zêde bû.
Ji ber vê, barê li ser tora ceyranê zêde dibe û li gelek taxan ceyran diçe.
Bexdayiyên ku ji ber germahiya zêde ya ku digihêje 50 pileyan li ber xwe didin, dema ceyran diçe bi jeneratoran çareya serê xwe dinihêrin.
Bi hezaran malbat li seranserê bajêr hewl didin jeneratorên bi kar bînin, lê xerca abonetiya jeneratorê ji bo gelek malbatan mesrefeke zêde ye.
Operatorên jeneratorê yên taxê diyar dikin ji ber ku di mehên havînê da daxwaz pir zêde dibe, ew jî gelekî dixebitin.
Pispor û doxtor hişyariyê didin welatiyan ku bi taybetî kal û pîr, zarok û kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, bila di germê da dernekevin derva, avê zêde vexwin û li cihên hênik bisekinin.
Karmendê Iraqî Ebu Eliyê ku li rojhilatê Bexdayê dijî daxuyand ji ber çûyîna ceyranê ew zehmetiyê dikşînin û wiha axivî: "Dema ceyran diçe, sekinîna li malê jî pir zehmet dibe. Bandora germahiyê zêdetir bi taybetî li ser zarok û kal û pîran çêdibe."
Iraqiyekî din Selam Sahib jî behsa pirsgirêka çûyîna ceyranê kir û got ji bo ku ew hênik bibin ew nikarin ava sar jî peyda bikin.