Dinya

Li Balafirgeha Stenbolê 355 mêtro çermê maran hat girtin

Ekîbên Mihafazaya Gumrikê ya Wezareta Bazirganiyê li Balafirgeha Stenbolê di bagaja rêwiyekî da 93 heb çermên maran ên ku li serê hatiye şuxulîn û dirêjahiya wan 355 mêtro ye qefaltin

Elif Orhan   | 11.09.2019
Li Balafirgeha Stenbolê 355 mêtro çermê maran hat girtin

Ankara

Ekîbên Mihafazaya Gumrikê ya Wezareta Bazirganiyê di operasyona ku li Balafirgeha Stenbolê kirin da di bagaja rêwiyekî da 93 heb çermên maran ên ku dirêjahiya wan bi tevahî 355 mêtro ye û li serê hatiye şixulîn hatin girtin.

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn personelên Midûriya Îstixbarat û Qaçaxçitiya Mihafazaya Gumrikê ya Balafirgeha Stenbolê di çarçoveya fealiyetên dijî qaçaxçitiyê da ji ser "Pergala Şopandina Hewayê" rêwiyê Endonezyayî yê hat tesbîtkirin ku dê bi balafira Rêhewayên Erebistana Siûdî bê Stenbolê teqîp kirin.

Dema balafirê li balafirgehê danî beriya ji bo ku walizan transeferê hêwana rêwiyan bikin deynin ser bantan bi cîhaza mobîl x-rayê lê nêrin. Di kontrolê da ji bo du walizên rêwiyê xeternak da şik çêbû.

Gumanbar dema ku dê ji xeta kesk a ku tê wateya eşyayê min ê tebiyê gumrikê tune derbas bûya û bi walizê xwe ra derbasî Tirkiyeyê bûya ekîbên Mihafazaya Gumrikê ew rawestandin.

Di walizan da 93 heb çermê maran ên ku li serê hatiye şixulîn û dirêjahiya wan bi tevahî 355 mêtro ye hatin qefaltin.

Hat tesbîtkirin ku nirxê gumrikkirî yê çermê maran ên ku giraniya wan 32 kîlogram e û di çarçoveya "Peymana Der barê Bazirganiya Navneteweyî ya Nebat û Heywanên Kovî yên ku Ber Qelanê ne" bazirganiya wan qedexe ye û bihayê wan jî nêzî 320 hezar lire ye.

Lêpirsîna der barê bûyerê da didome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın