Dinya

Li Balafirgeha Mîtîgayê ya hêzên Hefter êrîş kirin dîsa dest bi firînan kirin

Li Mîtîgaya bajafirgeha sivîl a li Trablusa paytextê Libyayê ji ber êrîşên bi roketê yên do êvarê yên milîsên Xelîfe Hefter firîn hatibûn sekinandin û îro dîsa dest bi firînan kirin

Haydar Şahin   | 18.02.2020
Li Balafirgeha Mîtîgayê ya hêzên Hefter êrîş kirin dîsa dest bi firînan kirin

Trablus

Li Mîtîgaya bajafirgeha sivîl a li Trablusa paytextê Libyayê ji ber êrîşên bi roketê yên do êvarê yên milîsên Xelîfe Hefter firîn hatibûn sekinandin û îro dîsa dest bi firînan kirin.

Di daxuyaniya îdareya Balafirgeha Mîtîgayê ya di kontrola Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya Libyayê ya navneteweyî tê naskirin da ye da hat diyarkirin ku milîsên Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt do êvarê bi roketan êrîşî balafigehê kirin ji ber vê sefer hatin sekinandin û îro jî dîsa dest bi firîn û daketinan kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî êrîşê teyareya rêwiyan a Libyan Wîngsa Rêhewaya Libyayê derket firîna ewil û çû Balafirgeha Kartacayê ya li Tunisê.

Li Trablusê bi tenê balafirgeheke sivîl heye ew jî Balafirgeha Mîtîgayê ye. Di 11 rojên dawîn da milîsên Hefter bi navber bi roketan êrîşî balafirgehê kirin 2 caran firîn hatibûn sekinandin û paşê dîsa dabûn destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın