Dinya

Li Azerbeycanê li Şûşaya ku ji dagirkeriyê hat xilaskirin rêya nû tê çêkirin

Elif Irmak  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 26.11.2020
Li Azerbeycanê li Şûşaya ku ji dagirkeriyê hat xilaskirin rêya nû tê çêkirin

Baki

Li Azerbeycanê li Şûşaya ku ji dagirkeriya Ermenistanê hat xilaskirin xebatên ji bo çêkirina rêya nû didomin.

Rêya nû ya ku Îlham Eliyevê Serokomarê Azerbeycanê di 16ê sermawezê da xîm avêt, ji Ehmedbeyliya gundê bajarê Fuzuliyê dest pê dike dê ji bajarê Fuzulî û 20 cî û waran ra derbas bibe û ji wir bigihêje Şûşayê.

Ajansa Rêyên Bejayê yên Dewleta Azerbeycanê (Azeryol) dê rê çêbike.

Li gor daxuyaniya Azeryolê tê payîn ku rêya ku dê dirêjahiya wê 101,5 kîlomêtro firehiya wê jî 37,7 mêtro be di nav sal û nîvê da temam bibe. Di pêvajoya çêkirinê da jî dê bikarin rêyê biemilînin.

Şuşaya digel ku yek ji sembolên dîrok û çanda Azerbeycanê ye ji ber ku hemji hêla pozîsyona erdnîgariyê va hakimê herêmê ye hem jî li ser rêya ku diçe Xankendiya bajarê herî mezin a Qerebaxa Çiyayî ye ji hêla stratejîk va girîng e di 8ê gulana 1992yan va ji hêla hêzên Ermenistanê va hatibû dagirkirin.

Artêşa Azerbeycanê ji eraziyên çolwar derketibû rê û di 8ê sermawezê da Şûşa ji dagirkeriyê xilas kribû.

Rêbejên ku diçûn Şûşayê ji ber ku ji Xankendiya ku niha di bin kontrola Azerbeycanê da nîne ra derbas dibin biryar hatibû dayîn ku rêya nû bê çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın