Haydar Şahin
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li gorî ajansa nuçeyan a Kurdistan24ê pergalên parastina asîmanî ketin dewrê û li asîmanên Hewlêrê ji ber îmhakirina 5 droneyên kamîkaze, dengê teqînan hat bihîstin.
Piştî destpêkirina şerê di navbera DYA û Îsraîl û Îranê da, Îranê bi mûşek û dronan êrîş li dijî Hewlêr û Silêmaniyê da destpêkirin.
Îran li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê li dijî kampên komên Kurd ên Îranî yên li dijî rejîma Tehranê, her wiha li dijî baregeha eskerî û konsulxaneya DYAyê ya li Hewlêrê êrîşan li dar dixe.
Hatibû ragihandin ku di êrîşên duhê da 2 droneyên kamîkaze hatine îmhakirin.