Dinya, Koronavîrus

Li Amerîkayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 104 hezar û 582yan

Li Amerîkayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 1203 zêde bû û derket 104 hezar û 582yan.

Elif Irmak  | 31.05.2020 - Rojanekırın : 31.05.2020
Li Amerîkayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 104 hezar û 582yan

New York

Li gor Worldometera ku daneyên rojane yên der barê waqieyên li welat û herêmên lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li Amerîkayê di 24 saetên dawîn da jimara pêketiyên vîrusê 25 hezar û 305 zêde bû û derket milyonek û 795 hezar û 665an.

Li welêt jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da mirin jî 1203 zêde bû û derket 104 hezar û 582yan.

Piştî Amerîkayê bi 468 hezar û 338 waqieyan va Brezîlya, 396 hezar û 575 waqieyan va Rûsya û 285 hezar û 644 waqieyan va Îspanya tê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın