Dinya

Li Amerîkayê di lêpirsîna dagirkirina Kongreyê da dibe ku herî kêm 100 kesên din jî werin binçavkirin

Dildar Baykan  | 23.04.2021 - Rojanekırın : 24.04.2021
Li Amerîkayê di lêpirsîna dagirkirina Kongreyê da dibe ku herî kêm 100 kesên din jî werin binçavkirin

Washington DC

 Li Amerîkayê di çarçoveya lêpirsîna Wezareta Edaletê ya Amerîkayê li ser dagirkirina Kongreyê ya 6ê rêbendanê dimeşîne da hat gotin dibe ku herî kêm 100 kesên din jî werin binçavkirin.

Dozgerên federal ên lêpirsînê dimeşînin diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsînê da hetanî niha ji 400î zêdetir kes hatin binçavkirin û wiha gotin: "Lêpirsîn dewam dike û hikûmet li bendê ye ku herî kêm 100 kesên din jî werin binçavkirin sûcê wan were eşkerekirin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin dibe ku ev di dîroka Amerîkayê da lêpirsîna herî mezin be, hem bersûc zêde ne hem jî delîl zêde ne ji ber vê tesîra wê jî ew ê zêde be.

Di 6ê berfanbarê da avêtibûn ser Kongreyê di bûyerê da 5 kes hatibûn kuştin, Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ber teşwîqa îsyanê hatibû darizandin ku were ezilkirin lêbelê di dengdayîna li Senatoyê da xwe xilas kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın