Dinya

Li Amerîkayê "xwepêşandanên George Floyd" ên dijî nijadperestiyê dewam dikin

Li Amerîkayê xwepêşandanên dijî nijadperestiyê yên ji bo George Lyoydê ji hêla polêsekî va hatibû fetisandin dest pê kiribûn û paşê li hemû welêt belav bûbûn, dewam dikin.

Türkan Tosun   | 03.06.2020
Li Amerîkayê "xwepêşandanên George Floyd" ên dijî nijadperestiyê dewam dikin

New York

Xwepêşandanên li bajarê Mînnepolîsê ya ku Floyd lê hatibû kuştin dest pê kiribû û paşê New York û Washington di serî da li gelek bajaran belav bûbû kete roja 8an.

Bi hezaran xwepêşandêr îro jî derketin kuçe û kolanan û ji bo Floyd banga edaletê kirin.

Li New Yorkê rê hatin girtin, li Meydana Tîmesê xebatkarên tenduristiyê jî piştgirî dan xwepêşandêran.

Li ser Kolana Brodwayê jî xwepêşandêran dora polêsan girtin û ji wan xwestin ku ew çok vedin lê polêsan çok veneda.

Duh êvarê ji ber ku gelek kargeh, market û mixaze hatin talankirin û şêlandin, îro gelek banka, kargeh û mixazeyan derî û paceyên xwe bi texteyan va saxlem kirin ku ew neyên şêlandin.

Li bajêr ji saet 20.00an pê va hin rê ji trafîkê ra hatin girtin û şev jî derketina derva hat qedexekirin.

Li Texsasê xwepêşandaneke 25 hezar kes beşdar bûn çêbû, malbata George Floyd jî beşdarî vê çalakiyê bû.

Ji hêla din li Californiayê li Hollywoodê bi hezaran xwepêşandêr derketin kolanan.

Gelempêrî xwepêşandanên li welêt di nav rewşeke aram da çêbûn.

- Bûyera George Floyd

Polêsan sêşema hefteya derbasbûyî li Mînneapolîsê ji ber şika xapandinê George Floydê çermreş ê 46 salî binçav kiribûn. Polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî, li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" û li wan lava kiribû ku wî berde.

Welatiyên di wê derê da derbas dibûn bi têlefonê dîmena bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn, gelek kesan bertek nîşan dabû.

Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lê ew bi ser xwe da nehatibû û miribû.

Piştî van dîmenan û li Amerîkayê tundiya polêsan a li hemberî kesên çermreş dîsa hatibû rojevê, xwepêşandanên li Mînneapolîsê dest pê kiribûn li gelek bajarên welêt belav bûbû.

Li ser bûyera Floyd ra hefteyek derbas bû, li paytext Washington û New York jî di nav da herî kêm li 40bajaran şev derketina derva hat qedexekirin.

Li 25 bajaran ji bo ku alîkariya polêsan bikin û xwepêşandan dawî bibin Yekîneyên Parastina Neteweyî jî dest bi kar kirin.










Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın