Dinya

Li Almanyayê terora nijadperest Tirkan hedef girt

Balyozê Berlînê yê Tirkiyeyê Alî Kemal Aydin got ku di êrîşa terorê ya li Almanyayê da 5 welatiyên Tirk hatin kuştin

Türkan Tosun  | 20.02.2020 - Rojanekırın : 21.02.2020
Li Almanyayê terora nijadperest Tirkan hedef girt

Berlin

Li Hanauya bajarê eyaleta Hessenê ya Almanyayê li du kargehan êrîşa biçek hat kirin, Tirk jî di nav da 9 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiyê ya Hessena Başûr, bi saeta herêmî di saet 22.00an da li bajarê Hanauyê ya nêzîkî Frankfurtê li ser kolanên Heumarkt û Kurt Schumacherê êrîşî du kafeyan kirin.

Di êrîşê da kesekî ku giran birîndar bûbû û ew rakirbûn nexweşxaneyê jî mir, hejmara miriyan derket 9an.

Di nav kuştiyan da Tirk jî hene û 5 kes jî birîndar bûn.

Balyozê Berlînê yê Tirkiyeyê Alî Kemal Aydin got ku di êrîşa terorê ya li Almanyayê da 5 welatiyên Tirk hatin kuştin.

Berdevkê polêsan daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Almanyayê DPAyê û got tîmên tevgera taybet li ser mala kesê ku wisa difikirin ew êrîşkar e da girtin. Li malê ji bilî êrîşkar cesedê kesekî din jî hat dîtin.

Li gor vê hejmara kesên ji ber êrîşê hatin kuştin derkete 11an.

Ji hêla din rojnameya Bîldê ya Almanyayê got navê êrîşkar Tobias R. ye û ew rastgirekî tund e.

Di nûçeyê da hat gotin Tobias R. yê Alman êrîş bi motîfên rastgiran va kiriye, belgeya wî ya nêçîrvaniyê heye.

Hat gotin Tobias R. li dû xwe nameyek û vîdeoyek jî hiştiye.

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seîbert li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ew li gel wan kesan in ku eqrebayên wan mirine û ji birîndaran ra jî şifayê dixwazin.

- "Êrîşkar bi saîqa 'neyartiya dijî biyaniyan' hereket kiriye"

Wezîrê Karên Navxweyî yê Eyaleta Hessenê ya Almanyayê Peter Beuth destnîşan kir êrîşkarê li bajarê Hanauyê 9 kes kuştin bi 'neyartiya biyaniyan' hereket kiriye.

Beuth di daxuyaniya xwe da diyar kir di êrîşa çekdarî da ku duh bi şev hat kirin 9 kes hatin kuştin û yek jê giran gelek kes birîndar bûne.

Peter Beuth destnîşan kir piştî bûyerê li gor agahiyên şahidan û bi saya vîdeoyan agahiyên der barê êrîşkarê muhtemel da peyda kirine û got ku peyra li mala xwediyê wesaîtê failê 43 salî û dêya wî ya 72 salî mirî hatin dîtin.

Beuth destnîşan kir êrîşkar Almanek e û li bajarê Hanauyê dijiya û got ku li gor agahiyên ewil êrîşkar bi helwesta neyartiya dijî biyaniyan ehereket kiriye, ez êrîşê şermezar dikim.

Peter Beuth diyar kir Serdozgeriya Federal der barê bûyerê da bi gumana êrîşa terorê lêpirsîn daye destpêkirin.

Li Hanauya bajarê Almanyayê duh bi şev dijî du kafeyan êrîşa çekdarî hatibû kirin û Tirk jî di nav da 9 kes hatibûn kuştin.

Di operasyona tîmên taybet da êrîşkarê terorîst Tobîas R.yê rastgirê radîkal li mala xwe mirî hatibû dîtin.

Hatibû diyarkirin Tobîas R.yê êrîşkar li pey xwe name û vîdeoyeke hiştiye û belgeya wî ya nêçîrvaniyê hebûye. 

- Serokwezîra Almanyayê Merkelê ji ber êrîşa li Hanauyê bernameya xwe betal kir

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ji ber êrîşa li bajarê Hanauyê bernameya xwe ya îro betal kir.

Berdevkê Hikûmetê Steffen Seîbert li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û destnîşan kir Angela Merkelê bernameya xwe ya li bajarê Halleyê ji ber êrîşa li bajarê Hanauyê betal kir.

Seîbert destnîşan kir Merkel der barê geşedanên li Hanauyê da tê agahdarkirin.

Li Hanauya bajarê Almanyayê duh bi şev dijî du kafeyan êrîşa çekdarî hatibû kirin û Tirk jî di nav da 9 kes hatibûn kuştin.

Di operasyona tîmên taybet da êrîşkarê terorîst Tobîas R.yê rastgirê radîkal li mala xwe mirî hatibû dîtin. 

Hatibû diyarkirin Tobîas R.yê êrîşkar li pey xwe name û vîdeoyeke hiştiye û belgeya wî ya nêçîrvaniyê hebûye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın