Dinya

Li Afrîkayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin ji 135 hezarî derbas bû

Gökhan Kavak  | 14.06.2021 - Rojanekırın : 15.06.2021
Li Afrîkayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin ji  135 hezarî derbas bû

Istanbul

 Li Afrîkayê jimara kesên ku di şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da mirin ji 135 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara pêketiyên vîrusê derket 5 milyon û 88 hezar û 965an.

Jimara kesên ku di şewbê da mirin derket 135 hezar û 50yî, jimara kesên ku qenc bûn jî derket 4 milyon û 545 hezar û 964an.

Li parzemînê herî zêde pêketî li Komara Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis, Misir, Etiyopya û Lîbyayê hatin tesbîtkirin.

Ji ber vîrusê herî zêde meriv li Komara Afrîkaya Başûr, Misir û Tûnisê mirin.

Ji ber daxwaza aşiyê ya welatên dewlemend, tenê ji sedî 2,1ê parzemînê hatiye aşîkirin.

Li gor daneyên ser malpera 'Ourworldindata.org'ê li Afrîkayê ku nifûsê wê nêzî 1,3 milyarî ye, heta niha nêzî 41 milyon û 200 hezar doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın