Türkan Tosun
09 Îlon 2020•Rojanekirin: 10 Îlon 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 319 hezar û 898an.
Li gorî malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 7 hezar û 715 zêde bû û derket milyonek û 319 hezar û 898an.
Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 226 zêde bû û derket 31 hezar û 801ê.
Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 15 hezar û 86 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 560 mirinan va Misir û bi 1571 mirinan va jî Cezayîr tên.
Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan derket 640 hezar û 441an, dû vî welatî bi 100 hezar û 228 pêketiyan va Misir, bi 75 hezar û 721 pêketiyan va Fas tê.
Li Afrîkayê hejmara nexweşên ku baş bûne jî miyonek û 55 hezar û 312 kes in.