Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 70 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 78 hezar û 301ê.

Önder Beyter  | 13.08.2020 - Rojanekırın : 13.08.2020
Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 70 hezarî derbas bû

Abuja

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 78 hezar û 301ê.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 208 zêde bû û derket milyonek û 78 hezar û 301ê.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 410 zêde bû û derket 24 hezar û 322yan.

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 11 hezar û 10 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 85 mirinan va Misir û bi 1333 mirinan va jî Cezayîr tên.

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 568 hezar û 919, li Misrê bû 95 hezar û 963 û li Nîjeryayê jî bû 47 hezar û 743.

Li Afrîkayê 772 hezar û 365 pêketiyên şewbê jî baş bûn.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın