Dinya

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 3 milyon û 352 hezarî derbas bû

Önder Beyter  | 21.01.2021 - Rojanekırın : 22.01.2021
Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 3 milyon û 352 hezarî derbas bû

Istanbul

 Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 3 milyon û 352 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê 81 hezar û 861 kes ji ber vîrusê mirin.

Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyan derket 3 milyon û 352 hezar û 823yan, ya kesên baş bûn jî derket 2 milyon û 784 hezar û 381ê.

Li parzemînê hejmara herî zêde ya mirî û pêketiyan li Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis û Misrê hat tomarkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın