Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 2 milyon û 176 hezarî derbas bû

Önder Beyter  | 30.11.2020 - Rojanekırın : 01.12.2020
Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 2 milyon û 176 hezarî derbas bû

Abuja

 Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 2 milyon û 176 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên liwelêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara pêketiyên Kovîd-19ê di rojekê da 12 hezar û 885 zêde bû derket 2 milyon û 176 hezar û 698an.

Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 224 zêde bû û derket 51 hezar û 813an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin liKomara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 21 hezar û 477 kes mirin.

Li Misrê 6 hezar û 636 kes mirin, li Fasê 5 hezar û 789 kes mirin.

Li Seyşelê û Erîtreyê heta niha tu kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 787 hezar û 702an, dû vî welatî bi 353 hezar û 803 pêketiyan va Fas, bi 115 hezar û 541 pêketiyan va Misir tê.

Li Afrîkayê milyonek û 841 hezar û 27 pêketiyên Kovîd-19ê jî qenc bûn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın