Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin gihîşt 126 hezar û 652yan

Tufan Aktaş  | 17.05.2021 - Rojanekırın : 18.05.2021
Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin gihîşt 126 hezar û 652yan

Istanbul

 Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin gihîşt 126 hezar û 652yan.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê hejmara pêketiyên vîrusê derket 4 milyon û 730 hezar û 374an.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî derket 126 hezar û 652yan, hejmara kesên ji vîrûsê filitîn û baş bûn jî derket 4 milyon û 262 hezar û 58an.

Li parzemînê herî zêde pêketî li Komara Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis, Misir, Etiyopya û Lîbyayê hatin tesbîtkirin.

Ji ber vîrusê herî zêde meriv li Komara Afrîkaya Başûr, Misir û Tûnisê mirin.

Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêlibergirtina Nexweşiyan ya Afrîkayê (Afrîka CDC) li parzemîna ku nifûsê wê qasî 1,3 milyarî ye, heta niha 22,4 milyon doz aşî hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın