Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkaya Başûr jimara kesên bi Kovîd-19ê ketin û qenc bûn ji 600 hezarî derbas bû

İbrahim Atmaca  | 27.09.2020 - Rojanekırın : 28.09.2020
Li Afrîkaya Başûr jimara kesên bi Kovîd-19ê ketin û qenc bûn ji 600 hezarî derbas bû

Abuja

 Li Komara Afrîkaya Başûr jimara kesên ku bi şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin û qenc bûn, derket 601 hezar û 818an.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li welêt jimara kesên ku vîrus kişiya wan di 24 saetên dawîn da 969 zêde bû û derket 669 hezar û 498an.

Li welêt di 24 saetên dawîn da 64 kes ji ber Kovîd-19ê mirin. Jimara kesên ji ber vîrusê mirin derket 16 hezar û 376an.

Li Afrîkaya Başûr 51 hezar û 304 kesên ku bi vîrusê ketine û tedawiya wan dewam dikin, hene. 601 hezar û 818 kes ji nexweşiyê filitîn û qenc bûn.

Li parzemîna Afrîkayê welatê ku herî zêde pêketî lê hene, Komara Afrîkaya Başûr e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın