Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê nêzî milyonekî bû

Li parzemîna Afrîkayê jimara kesên ku di wan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin, derket 997 hezar û 350yî.

İbrahim Atmaca   | 06.08.2020
Li Afrîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê nêzî milyonekî bû

Abuja

Li parzemîna Afrîkayê jimara kesên ku di wan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin, derket 997 hezar û 350yî.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 15 hezar û 131 zêde bû û derket 997 hezar û 350yî.

Jimara kesên ku ji ber pandemiyê mirin 536 zêde bû û derket 21 hezar û 679an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 9 hezar û 298 kes mirin, li Misrê 4 hezar û 930 kes mirin, li Cezayîrê 1261 kes mirin.

Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 529 hezar û 877an, dû vî welatî ra bi 94 hezar û 875 pêketiyan va Misir, bi 44 hezar û 890 pêketiyan va Nîjerya tê.

Li Afrîkayê jimara nexweşên ku qenc bûne jî 677 hezar û 201 kes in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın