Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin nêzî 83 hezarî bû

Haydar Şahin   | 22.01.2021
Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin nêzî 83 hezarî bû

Istanbul

 Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin derkete 82 hezar û 893yan.

Li gor "Worldometers"a malpera gahiyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê 3 milyon û 381 hezar û 34 pêketî hatin tesbîtkirin.

Ji ber Kovîd-19ê 82 hezar û 893 kes mirin, 2 milyon û 821 hezar û 948 jî piştî dermankirinê pak bûn.

Li parzemînê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis û Misrê mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın