Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 85 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19), ji milyonek û 727 hezarî derbas bû.

İbrahim Atmaca   | 26.10.2020
Li Afrîkayê di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 85 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Abuja

 Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19), ji milyonek û 727 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 9 hezar û 85 zêde bû û derket milyonek û 727 hezar û 897an.

Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin 116 zêde bû û derket 41 hezar û 324an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 18 hezar û 968 kes mirin, li Misrê 6 hezar û 199 kes mirin, li Fasê 3 hezar û 301 kes mirin.

Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 715 hezar û 868an, dû vî welatî ra bi 197 hezar û 481 pêketiyan va Fas, bi 106 hezar û 540 pêketiyan va Misir tê.

Li Afrîkayê jimara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin û paşê qenc bûn jî miyonek û 412 hezar û 173 kes in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın