Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê di 24 saetên dawî da nêzî 9 hezar pêketiyên Kovîd-19ê hatin dîtin

İbrahim Atmaca   | 24.09.2020
Li Afrîkayê di 24 saetên dawî da nêzî 9 hezar pêketiyên Kovîd-19ê hatin dîtin

Abuja

 Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19), derket milyonek û 436 hezar û 433yan.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 8 hezar û 813 zêde bû û derket milyonek û 436 hezar û 433yan.

Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin 209 zêde bû û derket 34 hezar û 587an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 16 hezar û 206 kes mirin, li Misrê 5 hezar û 822 kes mirin, li Fasê 1686 kes mirin.

Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 665 hezar û 188an, dû vî welatî ra bi 107 hezar û 743 pêketiyan va Fas, bi 102 hezar û 375 pêketiyan va Misir tê.

Li Afrîkayê jimara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin û paşê qenc bûn jî miyonek û 180 hezar û 677 kes in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın