Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê di 24 saetên dawî da 8 hezar û 186 pêketiyên Kovîd-19ê hatin dîtin

Li seranserê parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin 175 zêde bû û gihîşt 34 hezar û 758an.

Abdullah Tel   | 25.09.2020
Li Afrîkayê di 24 saetên dawî da 8 hezar û 186 pêketiyên Kovîd-19ê hatin dîtin

Abuja

Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket milyonek û 444 hezar û 619an.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 8 hezar û 186 zêde bû û derket milyonek û 444 hezar û 619an.

Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin 175 zêde bû û derket 34 hezar û 758an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 16 hezar û 283 kes mirin, li Misrê 5 hezar û 835 kes mirin, li Fasê jî 1956 kes mirin.

Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelan û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 667 hezar û 49an, dû vî welatî ra bi 110 hezar û 99 pêketiyan va Fas, bi 102 hezar û 513 pêketiyan va Misir tê.

Li Afrîkayê jimara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin û paşê qenc bûn jî miyonek û 190 hezar û 140 kes in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın