Dinya

Li Abû Dabiyê di êrîşa ÎHAyê ya gumanbar da 3 kes hatin kuştin

Hacer Başer, Alaa Mohamed Aboueleinin Aly  | 17.01.2022 - Rojanekırın : 19.01.2022
Li Abû Dabiyê di êrîşa ÎHAyê ya gumanbar da 3 kes hatin kuştin

United Arab Emirates

Polêsê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban daxuyand ku li Abû Dabiyê êrîşa ÎHAyê ya gumanbar hat kirin û di êrîşê da 3 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Li gor nûçeya WAMa ajansa fermî ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban, li herêma Musaffahê ya Abû Dabiyê bi ÎHAyê êrîş hat kirin. Hat gotin ku di êrîşê da 3 tankerên sotemeniyê teqiyan.

Polêsê Abû Dabiyê daxuyand, di êrîşê da yek jê Pakistanî, 2 jê Hindistanî 3 kes hatin kuştin, 6 kes birîndar bûn.

Hat gotin ku piştî teqînê nêzî ADNOCa şirketa neftê ya Neteweyî ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Balafirgeha Navneteweyî ya Abû Dabiyê şewat derketiye.

Ji aliyê din va Berdevkê Eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî daxuyanî da têlevîzyona El-Mesîrayê ya Hûsiyan û wiha got, "Li dijî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban êrîşeke eskerî hat kirin û ez ê der heqê êrîşê da paşê daxuyaniyê bidim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın