Dinya

Li Îsraîlê biryar hat dayîn ku di 1ê mijdara 2022yê da hilbijartina pêşwext çêbibe

Abdel Ra'ouf D. A. R. Arnaout, Mahmut Geldi   | 30.06.2022
Li Îsraîlê biryar hat dayîn ku di 1ê mijdara 2022yê da hilbijartina pêşwext çêbibe

Quds

Meclisa Îsraîlê 1ê mijdara 2022yê wekî dîroka hilbijartina pêşwext pesend kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Meclisa Îsraîlê da wiha hat gotin, "Hilbijartina 25emîn a Knessetê wê di 1ê mijdarê da were kirin."

Ji bo hilbijarina pêşwext dîroka ku meclisê pesend kir, hikûmetê jî pêşniyaz kiribû. Mixalefetê jî xwestibû ku hilbijartina pêşwext di 25ê cotmehê da were kirin.

Li Îsraîlê ji şirîkên hikûmeta koalîsyonê Serokwezîr Naftali Bennett û Wezîrê Karên Derva Yair Lapid êvara 20ê hezîranê Meclis fesih kiribû û daxuyandibûn ku wan biryara hilbijartina pêşwext da.

Bi vê hilbijartinê va Îsraîlê nêzî 3 sal û nîvî da wê cara pêncem hilbijartina giştî bike.

Li gor lihevkirina şirîkên koalîsyonê heta hilbijartina pêşwext Wezîrê Karên Derva Yair Lapid wê bibe serokwezîrê berwext.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın