Dinya

Li Îdlibê birîna alîkariya navneteweyî ya ji bo nexweşxaneyan bû sedema mexdûrbûna bi hezaran sivîlî

Mehmet Burak Karacaoğlu, Ahmet Karaahmet   | 20.01.2022
Li Îdlibê birîna alîkariya navneteweyî ya ji bo nexweşxaneyan bû sedema mexdûrbûna bi hezaran sivîlî

İdlib

 Piştî ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî alîkariya ku didan 18 nexweşxaneyên li parêzgeha Îdliba li rojavayê bakurê Sûriyeyê û dewrûbera wê, sivîlên ku ji hêla rejima Beşar Esed û alîgirên wê ji cih û warên xwe hatine derxistin, ji xizmetên nexweşxaneyê mehrûm man.

Di heyama şerê navxweyî yê ku di sala 11an da ye, bi sedan nexweşxane rastî êrîşa rejima Esed û alîgirên wê hatin. Di van êrîşan da bi sedan xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin, gelek navendên tenduristiyê xerab bûn.

Piştî ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî bi rênîşandana Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (RTC) alîkariya ku didan birîn, li Îdlibê pergala tenduristiyê hat ber rawestînê û bi deh hezaran sivîl ji xizmetên nexweşxaneyê mehrûm man.

Ehmed Ebû Huseyîn ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed, ji navçeya Maaratunnûmana li başûrê Îdlibê koç kir, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku însan feqîr in û rewşa wan tune ku biçin ser doktorê taybet, miayene bibin û derman bikirin.

Ebû Huseyîn bangî saziyên ku alîkariya madî birîn kir û wiha got, "Divê rewşa sivîlên ku bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin, li ber çavan bigirin. Her wiha hewa pir sar e. Wekî ku derdê jiyana di konan da ya di vê sir û seqema zivistanê têrê nake, vê carê jî nexweşxane tên girtin."

Fatma Herîriyê ku ji Maaratunnûmanê koçî kampa Endelusê kiriye jî diyar kir, nexweşxaneyên ku ew lê tedawî bûn, hatin girtin.

Fatma Herîriyê bal kişand ku perê wan tune ku biçin nexweşxaneyên taybet û wiha dewam kir, "Çi di dest me da hebû me hemû ji dest da. Ez nizanim em ê çi bikin. Ka em nexweş bikevin em ê bi ku da biçin? Hêvîdar im alîkariya ji bo nexweşxaneyan dê dîsa were dayîn."

Midûrê Tenduristiyê yê Îdlibê Salim Abden di 15ê Rêbendanê da di daxuyaniya dabû AAyê da diyar kiribû, saziyên alîkariyê yên navneteweyî alîkariya ku didan 18 nexweşxaneyên li parêzgeha Îdlibê birîn û her wiha ew hişyarî anîbû ziman ku li Îdlibê rîsk heye ku pergala tenduristiyê têk biçe.

Li gorî daneyên Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê, rejima Esed û Rûsya ji destpêka şerê navxweyî û vir va bi tevahî 753 caran êrîş birin ser tesîsên tenduristiyê.

​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın