Dinya

Li Îranê ji bo Hilbijartina Serokomariyê ya 13an dengdayînê dest pê kir

Muhammet Kurşun   | 18.06.2021
Li Îranê ji bo Hilbijartina Serokomariyê ya 13an dengdayînê dest pê kir

Tahran

Li Îranê ji bo Hilbijartina Serokomariyê ya 13an welatî ji saet 07.00an rojê pê va diçin ser sandiqê ku rayên xwe biavêjin. Dengdayînê hetanî saet 24.00an dewam bike.

Li gor daneyên Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Navxweyî, li welatê serjimara wê tengaya 83 milyonî ye, 29 milyon 980 hezar û 38ê wan mêr, 29 milyon û 330 hezar û 269ê wan jin bi tevahî 59 milyon û 310 hezar û 307 hilbijêr hene.

Dengdayînê di saet 07.00an da dest pê kir û ew ê hetanî saet 24.00an dewam bike, heke hewce bike Navenda Hilbijartinê ew ê dema hilbijartinê çend saetan dirêj bike.

Li bendê ne ku ji nîvê şevê şûnda dest bi eşkerekirina daneyên hilbijartinê bikin û hetanî sibê danê nîvro encamê eşkere bikin.

Li welêt hilbijêrê xêncî Hilbijartina Serokomariyê ew ê ji bo hilbijartina konseyên rêveberiya bajarok, navçe û bajaran, Meclisa Îranê û Meclisa Pisporan jî dengê xwe bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın