Dinya, Koronavîrus

Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên derbasbûyî da 169 kes mirin

Önder Beyter   | 14.08.2020
Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên derbasbûyî da 169 kes mirin

Istanbul

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 169 zêde bû û derket 19 hezar û 331ê.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe ya li ser têlevîzyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 169 kesên din jî mirin û 2 hezar û 501 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 19 hezar û 331ê, ya pêketiyan jî derket 338 hezar û 825an.

Lariyê her wiha got ku ji nexweşên Kovîd-19ê, heta niha 293 hezar û 811 jê jî baş bûn.

Berdevk Lariyê her wiha got ku li welêt heta niha 2 milyon û 812 hezar û 448 test hatin kirin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın