Dinya, Koronavîrus

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 2 hezar û 77an

Nihat Kavşut   | 25.03.2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 2 hezar û 77an

Istanbul

 Li Îranê 24 saetên dawîn ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 143 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 2 hezar û 77an û hejmara nexweşan derket 27 hezar û 17an.

Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsiyarê Têkiliyên Gel yê Wezareta Tenduristiya Îranê daxuyanî da televizyona dewletê ya Îranê û destnîşan kir 24 saetên dawîn ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 143 kesên din jî mirin.

Cîhanpur diyar kir hejmara miriyan derket 2 hezar û 77an û hejmara nexweşan jî derket 27 hezar û 17an.

Kiyanuş Cîhanpur destnîşan kir 9 hezar û 625 kesên baş bûne ji nexweşxaneyê hatine derxistin.

Li Îranê Kovîd-19 cara ewil 19ê Sibatê li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın