Dinya, Koronavîrus

Li Îranê hejmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin ji 11 hezarî derbas bû

Di 24 saetên dawîn da 148 kes mirin, 2 hezar û 652 waqia hatin tespîtkirin

Türkan Tosun   | 02.07.2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin ji 11 hezarî derbas bû

Tahran

 Li Îranê li hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 148 kes zêde bûn û derket 11 hezar û 106an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 148 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 652 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 11 hezar û 106an, ya pêketiyan jî derket 232 hezar û 863yan.

Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 97an giran e û heta niha 194 hezar û 98 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.

Lariyê daxuyand ku li welêt heta niha milyonek û 719 hezar û 451 test hatin kirin.

Lariyê got li hemû eyalatan hejmara kesên li nexweşxaneyan tên razandin gelekî zêde bû.

Serokê Navenda Têkoşîna Dijî Koronayê ya Tehranê Alî Riza Zelî jî got li Tehranê rojê 520 kes li nexweşxaneyan tên razandin.

Zalî got hejmara nexweşan li Tehranê di 24 saetan da ji sedî 7,9 zêde bû.

Kovîd-19a ku ji Çînê belayî dinyayê bû li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tespîtkirin û paşê li hemû welêt belav bûbû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın