Dinya, Koronavîrus

Li Îranê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 24 hezarî derbas bû

Abdullah Tel   | 19.09.2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 24 hezarî derbas bû

Tahran

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 166 zêde bû û derket 24 hezar û 118an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 166 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 845 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 24 hezar û 118an, hejmara pêketiyan jî derket 419 hezar û 43an.

Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 893an giran e û heta niha 357 hezar û 632 kes jî baş bûne.

Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 719 hezar û 210 test hatine kirin.

Lariyê diyar kir ku Tehran, Mazenderan, Gilan, Qûm, Îsfehan, Xoresana Rezewî, Azerbeycana Rojhilat, Kîrman, Xoresana Bakur, Sîmnan, Yezd, Zîncan û Qezwîn di nav "herêmên sor", Azerbeycana Rojava, Elburz, Fars, Loristan, Hurmuzgan, Erdebîl, Bûşehr, Kirmanşah, Kohgilûye-Bûyer Ehmed, Xoresana Başûr, Merkezî, Îlam, Çaharmahal-Bextiyarî, Gulistan û Xûzistan jî di nav "herêmên birîsk" da cih digrin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın