Dinya, Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 195 kes mirin

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 195 zêde bû derket 25 hezar û 589an.

Abdullah Tel   | 27.09.2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 195 kes mirin

Tahran

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 195 zêde bû derket 25 hezar û 589an.

Sîma Sedat Lariya berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 195 kes mirin û 3 hezar û 362 kes jî bi vîrusê ketin.

Lariyê destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara kesên ji ber vîrusê mirin derket 25 hezar û 589an, hejmara pêketiyan jî derket 446 hezar û 448an.

Lariya Berdevk diyar kir ku rewşa 4 hezar û 59 pêketiyan giran e, hetanî nika 374 hezar û 170 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.

Lariyê got ku li welêt hetanî nika 3 milyon û 932 hezar û 571 test kirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku li welêt ji 31 eyaletan 30 hebên wan di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın