Dinya

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 475 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê hejmara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 475 zêde bû û derket 44 hezar û 802yan.

Türkan Tosun   | 22.11.2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 475 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Tahran

Li Îranê hejmara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 475 zêde bû û derket 44 hezar û 802yan.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 475 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 13 hezar û 53 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 44 hezar û 802yan, hejmara pêketiyan jî derket 854 hezar û 361 kesî.

Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 796an giran e û heta niha 603 hezar û 445 kes jî qenc bûne.

Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 5 milyon û 788 hezar û 16 test hatine kirin û daxuyand ku temamiya 31 eyaletên welêt di nav herêmên "sor" û "birîsk" da cih digrin.

Berdevkê Lijneya Têkoşîna Neteweyî ya Koronavîrusê Elî Riza Reîsî diyar kiribû ku ji 150î zêdetir bajar û navçeyên ku paytext Tehran jî di nav da ye, ji 21ê mijdarê pê va dezgehên ku ne mecbûrî ne, wê qasî 15 rojan werin girtin. Ji hêla din va 15 rojan saet ji 21.00î heta 04.00an li çar aliyê Îranê çûn û hatina wesayîtan hatibû qedexekirin.

Hatibû daxuyandin li herêmên sor kesên rêgezên qedexeyê binpê bikin wê milyonek tumen (300 TL) û kesên li herêmên porteqalî jî heke rêgezên qedexeyê binpê bikin wê 500 hezar tumen (150 TL) ceza bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın