Dinya, Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 177 kes ji Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 177 zêde bû û derket 24 hezar û 478an.

İbrahim Atmaca   | 21.09.2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 177 kes ji Kovîd-19ê mirin

Tahran

 Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 177 zêde bû û derket 24 hezar û 478an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 177 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 3 hezar û 341 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 24 hezar û 478an, jimara pêketiyan jî derket 425 hezar û 481an.

Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 912an giran e û heta niha 361 hezar û 523 kes jî qenc bûne.

Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 773 hezar û 300 test hatine kirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku ji 31 eyaletên welêt 29 di nav herêmên "sor" û "birîsk" da cih digrin.

Li Îranê pêketiyên vîrusê yên rojane di 31ê tebaxê da daket 1642yan, jimara kesên ku dimirin jî di 1ê îlonê da daketibû 101 kesan. Piştî çalakiyên meha muharremê pêketî û jimara miriyan cardin zêde bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın