Dinya, Koronavîrus

Li Îngiltereyê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 465an

Önder Beyter   | 26.03.2020
Li Îngiltereyê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 465an

Greater London

 Li Îngiltereyê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 43 zêde bû û derket 465an.

Li gorî daxuyaniya Dezgeha Tenduristiya Qamûyê ya Îngiltereyê, hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 422yan derket 465an. Herwiha hejmara weqayan jî 1452 zêde bû û derket 9 hezar û 529an. Dîsa hejmara kesên ku qenc bûn jî derket 135an.

Di vê navberê da Keybanûya 93 salî Elizabetha IIyemîn ku 19ê adarê ji Londonê çûbû Keleha Windsorê ku 35 kîlomêtro dûr e û yek ji pêgehên daîmî yên malbata Qraliyeta Îngiliz e, peywendiya xwe ya heftane ya ligel Serokwezîr Boris Johnson li ser têlefonê pêk anî.

Di çarçoveya biryarên ku roja duşemê hatin wergirtin da derketina derva ji bo gel hat sînordarkirin, market û dermanfiroş ne tê da ji bo hemû kargehên bazirganî biryara girtinê hatibû dayîn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın