Dinya

Li Îdlibê malbatên ji warên xwe hatine kirin tengasiya ardû dikişînin

Li Sûriyeyê sivîlên ji êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê revîn û di kampên li Îdlibê da sitar bûn ji bo xwe germ bikin kincên kewn, naylon û plastîkê dişewitînin ev jî dibe sedema astim û borînşîtê.

Haydar Şahin   | 13.01.2021
Li Îdlibê malbatên ji warên xwe hatine kirin tengasiya ardû dikişînin

İdlib

Li Sûriyeyê sivîlên ji êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê revîn û di kampên li Îdlibê da sitar bûn ji bo xwe germ bikin kincên kewn, naylon û plastîkê dişewitînin ev jî dibe sedema astim û borînşîtê.

Bi sed hezaran sivîlên ji êrîşên rejima Esed û piştgirên wê revîn û xwe sipartin xeta sînorê Tirkiyeyê di nav tunebûnê da jiyana xwe didomînin.

Dr. Usame Amûriyê li nexweşxaneyeke Îdlibê wekî pisporê nexweşiyan wezîfeyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber amûrên li kampan tên şewitandin gelek nexweşî derdikevin.

Amûrî wiha got: "Bi taybetî di van rojên Kovîd-19ê zêde bû da tewsiye dikim ku gelê me ji ardûyên wisa dûr bisekinin.

Ehmed Derwêşê berpirsyarê kampa Sedeqeyê ya li bakurê Îdlibê got ji ber tunebûna ardû malbat sergîn, plastîk, sol, kincên kewn û naylonê dişewitînin da ku xwe germ bikin.

Derwêş wiha axivî: "Amûrên li kampan tên şewitandin car caran dibin sedema şewatê jî û di nav gel da dibe sedema nexweşiyên wekî xefirxanê."

Um Ehmeda li kampê dijî jî got, "Em li vê derê sergîn û plastîkan dişewitînin. Ev jî di nav zarokan da dibe sedema nexweşiyên bînhildanê."

Um Ehmedê got perê wê tune ku here ser doxtor û wiha pê da çû: "Zarokên me her tim nexweş dikevin. Perê me tune ku ardû jî bikirin. Em mecbûr in ku van bişewitînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın