Dinya

Li Îdlibê konên 50 hezar sivîlên ku ji cih û warên xwe bûne di bin avê da man

Elî Hemade ku ji ber êrîşên rejima Esed revî û li Kampa Keferaroukê ya Îdlibê bi cih bû: "Baran dibare, lê ciyekî me tune ku em biçin, konên me di bin avê da man"

Önder Beyter   | 18.01.2021
Li Îdlibê konên 50 hezar sivîlên ku ji cih û warên xwe bûne di bin avê da man

İdlib

 Li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê ji ber barana gumrah ku nîvê şevê dest pê kir û hê jî didome, li rexê sînor 110 kampên konan ku bi qasî 50 hezar sivîl lê dimînin, di bin avê da man.

Barana gumrah ku nîvê şevê bênavber dewam kir, tesîreke neyînî li şêniyên kampa konan a li rexê sînorê Sûriyeyê yê bi Tirkiyeyê ra kir ku li kampê sivîlên ku bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin, dimînin.

Elî Hemade ku ji ber êrîşên rejima Esed revî û li Kampa Keferaroukê ya Îdlibê bi cih bû, di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku 9 sal e ew di demsala zivistanê da tûşî heman kul û derdî dibin.

Hemade wiha got, "Me mal û halê xwe di cih da hişt, ji bo ku em kon vegirin me zeviya çandiniyê kirê kir. Tu kes nabe alîkarê me."

Hemade diyar kir ku ew hewil didin ava ku ketiye hundirê konan, texliye bikin û wiha dewam kir, "Baran dibare, lê ciyekî me tune ku em biçin, konên me di bin avê da man."

- "Kincên me neman. Betanî tune em di bin da xwe germ bikin"

Şêniya kampê Nîsrîn Kaddoura dayika 5 zarokan ku nexweşiya şekir a mêrê wê heye jî diyar kir, ji ber ku kon tijî av bû, ew neçar ma ku tevî malbata xwe kon biterikîne.

Kaddourê wiha got, "Hemû kel melên me di bin avê da man, kincên me neman. Betanî tune em di bin da xwe germ bikin, zarokên min nexweş ketin."

Kaddourê bal kişand ku ciyekî wan tune ew biçin û lewma bangî saziyên civaka sivîl û xêrxwazan kir ku alîkariya wan bikin.

Mihemed Helacê Midûrê Kordînatoriya Midaxeleyê ya Sûriyeyê ku li ser sivîlên ji û warên xwe bûne xebata daneyê dimeşîne, diyar kir ku li gundewarên Îdlib û Heleb di encama barîna barana gumrah da di 48 saetan da zirar gihîşt zêdeyî 108 kampên konan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın