Dinya

Li Îdlibê di saleke agirbestê da ji 282 hezarî zêdetir sivîl vegeriyan malên xwe

Haydar Şahin   | 05.03.2021
Li Îdlibê di saleke agirbestê da ji 282 hezarî zêdetir sivîl vegeriyan malên xwe

İdlib

Li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Sûriyeyê ji ser agirbesta Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adara 2020î da îmzekirin û roja pey kete rewacê ra salek derbas bû, ji wê rojê hetanî niha di nav salekê da 282 hezar û 544 sivîl vegeriyan malên xwe.

Mihemed Helacê Midûrê Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê ya xebatên berhevkirina daneyên koçê didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Helac diyar kir ku piştî agirbestê rejima Esed û piştgirên wî êrîşên xwe dan sekinandin û li ser vê sivîl vedigerin wargehên xwe û wiha pê da çû: "Piştî agirbestê di nav salekê da kêm zêde 56 hezar û 308 malbatên ji 282 hezar û 544 kesan pêk tên vegeriyan wargehên xwe yên li Îdlib û Helebê."

Helac bal kişand ku kesên vedigerin malên xwe hewcedarê alîkariya saziyên civaka sivîl dimînin û hişyarî da kesên vedigerin ku bira ji bo bombeyên neteqiyayî baldar bin.

Helac got heke agirbest dewam bike hêviya wan ew e ku sivîl zêde vegerin malên xwe, sivîlên malên wan li herêmên rejima Esed ji beja ra dagir kirin mane jî mimkûn nîne vegerin cî û warên xwe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın