Dinya

Li Îdlibê êrîşên esmanî didomin: 5 kuştî û 10 birîndar

Li Sûriyeyê ji ber êrîşên balafirên şer yên rejima Beşar Esed û Rûsyayê ku dibin ser herêmên di nav Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê da 5 sivîl hatin kuştin û herî kêm 10 sivîl birîndar bûn

Nihat Kavşut   | 21.08.2019
Li Îdlibê êrîşên esmanî didomin: 5 kuştî û 10 birîndar

İdlib

Li Sûriyeyê ji ber êrîşên balafirên şer yên rejima Beşar Esed û Rûsyayê ku dibin ser herêmên di nav Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê da 5 sivîl hatin kuştin û herî kêm 10 sivîl birîndar bûn.

Li navçeya Marratînnumanê û Serakibê, beldeya Temaniyeyê û gundên Beşiriye, Tuh, Tel Mennis û Maarşîmarînê û Morika navçeya Hemayê êrîşên esmanî yên rejim û alîgirên wê dewam dikin.

Li gor agahiyên çavkaniyên parastina sivîl ya Îdlibê ji ber êrîşên esmanî ku ji bi şev da tên kirin yek jê xebatkarê tenduristiyê 5 sivîl hatin kuştin û herî kêm 10 sivîl jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın