Dinya

Lîbyayê bersiv da daxuyaniya Macron a ku got "Fransayê piştgirî neda Hefter"

Piştî ku Serokomarê Fransayê Macron daxuyand Fransa piştgirî neda Xelîfe Hefter Wezîrê Karên Derva yê Lîbyayê Mihemed Tahir Siyala wiha got: "Di nav 14 mehên ku Hefter êrîşî paytextê kir em bi wê hêviyê bûn ku Macron bibêje ew vê êrîşê qebûl nakin."

Türkan Tosun   | 30.06.2020
Lîbyayê bersiv da daxuyaniya Macron a ku got "Fransayê piştgirî neda Hefter"

Trablus

 Piştî ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron daxuyand Fransa piştgirî neda Xelîfe Hefter Wezîrê Karên Derva yê Lîbyayê Mihemed Tahir Siyala wiha got: "Di nav 14 mehên ku Hefter êrîşî paytextê kir em bi wê hêviyê bûn ku Macron bibêje ew vê êrîşê qebûl nakin."

Wezîrê Karên Derva yê Lîbyayê Mihemed Tahir Siyala li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand.

Siyala anî ziman Macron dibêje Fransayê piştgirî neda hêzên çekdar ên Xelîfe Hefter û tu berpirsyariya wan di êrîşên dijî paytext da tune û wiha dewam kir: "Di nav 14 mehên ku Hefter êrîşî paytextê kir em bi wê hêviyê bûn ku Serokomar Macron daxuyaniyekê bide û bibêje ew vê êrîşê qebûl nakin. Daxuyaniyên Macron pir dereng çêbûn. Heke di destpêka êrîşê da bigota rewş wê li qadê cuda bûbûya."

Xelîfe Hefterê darbekar di 4ê Nîsana 2019an da ferman dabû milîsên xwe ku ew bi zora çekan Trablusê bi dest bixin û piştî vê li welêt pevçûn û tundiyê dest pê kiribû.

Milîsên Hefter heta Hezîrana 2020an li paytext Trablusê êrîşên xwe bê navber domandin.

Artêşa Lîbyayê di 4ê Hezîrana 2020an da Trablus û paşê jî bajarê Terhûneyê ji destê milîsan rizgar kir.

Hikûmeta Lîbyayê di serî da Fransa, Rûsya, Misir û Mîrektiya Yekbûyî yên Ereb (MYE) hin welatan sûcdar dike ku wan dizî an jî eşkere piştgirî dan Xelîfe Hefter.

Serokomarê Fransayê Macron duh piştî ziyareta xwe ya Almanyayê daxuyandibû ku Fransa piştgiriyê nade Hefter.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın