Dinya

Kurdên mixalif bertek nîşanî YPG/PKKyê dan ku keçan ji bo bidin şerkirin direvînin

Eşref Musa, Ethem Emre Özcan   | 25.11.2021
Kurdên mixalif bertek nîşanî YPG/PKKyê dan ku keçan ji bo bidin şerkirin direvînin

Tel Abyad

 Konseya Neteweyî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), rêxistina terorê YPG/PKK şermezar kir ku li parêzgeha Hesekeyê ya Sûriyeyê 3 keçên 15 salî revandin ku tevlî kadroya xwe ya çekdar bike.

Di daxuyaniya nivîskî ya ENKSyê da hat diyarkirin, YPG/PKKya ku navê HSDyê diemilîne, li Sûriyeyê li herêmên ku dagir kirine, bi sedan zarok revandin ku tevî kadroya xwe ya çekdar bike.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Wekî Konseya Neteweyî ya Kurd em HSDyê bi awayê herî tund şermezar dikin ku (di 21ê Mijdarê da) keç revandin."

Di daxuyaniyê da ji bo parastina mafên zarokan bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan hat kirin û her wiha ji hêzên koalîsyona navneteweyî ya ku piştgiriyê dide rêxistinê hat xwestin ku zextê li HSDyê bike ku saziya paravan a YPG/PKKyê ye.

Terorîstên YPG/PKKyî 21ê Mijdarê li Amûda navçeya Hesekeyê Hediye Ebdurrehîm Enter, Evîn Celal Xelîl û Ayana Îdris Îbrahîm ên jidayikbûyên sala 2006an revandibûn.

Di serdemên çûyî da jî li Hesekeyê terorîstên YPG/PKKyî zarok revandibûn ku tevlî kadyoya xweya çekdar bike. Terorîstan serê tebaxê Sîmaf Mihemed Salih Osmanê 13 salî, Ahed Ebdulxenî Emînê 16 salî, di 23yê Tebaxê da Mihemed Îbrahîm Ceferê 16 salî û Walî Ednan Îbrahîmê 13 salî revandibûn.

YPG/PKK zarokên ku direvîne, dibe qaşo kampên perwerdeyê yên li Hesekeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın