Dinya

Kremlîn: Tirkiye di mijara Sûriyeyê da ji bo ewlehiyê xwedî sedemên "meşrû" ye

Dmitri Chirciu   | 05.08.2022
Kremlîn: Tirkiye di mijara Sûriyeyê da ji bo ewlehiyê xwedî sedemên "meşrû" ye

Moskova

 Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Tirkiye di mijara Sûriyeyê da ji bo ewlehiyê xwedî sedemên "meşrû" ye û haya wan ji vê yekê heye.

Peskov berî hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Vladimir Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ku wê li Soçiyê bên bal hev, daxuyanî da.

Ji bo pirsa ku gelo wê Peymana Tengavan a Montroyê bê nîqaşkirin da Peskov got: "Ev mijarake li vê derê bê xeberdan nîne. Peyman di rewacê da ye û gelek û gelekjî ev peyman muhim e."

Der heqê pirsa "Îhtimala operasyona ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê li dar bixe Rûsyayê dide fikirandin?" da jî Peskov bersivand û ragihand ku ev mijar wê di hevdîtinê da bê nîqaşkirin.

Peskov wiha dewam kir: "Tirkiye di mijara Sûriyeyê da bo ewlehiyê xwedî sedemên meşrû ye û em li ser vê disekinin. Lê ji bo çalakiyên ku yekîtiya axa Sûriyeyê bikin talûkeyê û bêîstiqrariyê zêde bikin jî divê destûr neyê dayîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın