Dinya

Konseya Ewlehiyê ya NYê ji bo ku li ser rageşiya Îsraîl-Filistînê guftûgoyê bike wê roja yekşemê bicive

Betül Yürük  | 14.05.2021 - Rojanekırın : 15.05.2021
Konseya Ewlehiyê ya NYê ji bo ku li ser rageşiya Îsraîl-Filistînê guftûgoyê bike wê roja yekşemê bicive

New York

 Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbbûyî (KENY) ji bo ku li ser rageşiya di navbera Îsraîl û Filistînê û êrîşên esmanî yên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê guftûgoyê bike, seba roja yekşemê biryara civînê da.

Piştî ku Amerîkayê seba civîna KENYê ya roja înê îtiraz kir, Konseyê li hev kir ku roja yekşemê di rûniştina vekirî da li ser rageşiya di navbera Îsraîl û Filistînê da û tundiya ku diqewime, bisekine.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, KENY wê îro li gor saeta herêmî serê sibê bicive û li ser rageşiya ku li Qudsa Rojhilatê zêde bûye, bisekine.

KENY roja duşem û înê civiya û li ser heman mijarê sekinî, lê li ser îtiraza Amerîkayê tu gav nehat avêtin.

Konsey wê roja yekşemê cara 3yem bicive.

- Bûyerên li Quds û Xezeyê

Ji serê remezanê pê va li taxa Şêx Cerah a Qudsa Rojhilatê û Mescida Eqsayê rageşî heye û polêsên Îsraîlê di 7ê gulanê da bi guleyên plastîk û bombeyên deng midaxaleyî Filistîniyan kir û rageşî zêdetir bû.

Ji bo ku polîsên Îsraîlê ji Mizgefta Eqsayê û taxa Şêx Cerah vekişîn, komên berxwedêr ên Filistînî ên li Xeta Xezeyê heta 10ê gulanê roja duşemê saet 18.00ê herêmî wext dabû.

Ji ber ku polîsên Îsraîlê ji Mizgefta Eqsayê û Şêx Cerahê venekişiyan, komên berxwedêr ên Filistînî heta niha ji 1000î zêdetir roket avêtin Îsraîlê.

Li ser vê artêşa Îsraîlê bi navê "Pasevanên Sûran" dijî Xeta Xezeyê operasyona eskerî dabû destpêkirin.

Di êrişên Îsraîlê de ku di cejnê de jî berdewam bûn, ji 10ê gulanê ve hejmara şehîdan gihişt 109an û a birîndaran jî gihişt 621an.

Her wiha Îsraîlê li ser axa Filistîn û Îsraîlê bi sedan Filistînî jî binçav kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın