Dinya

Konseya Ewlehiya NYyê pêşnûmaya Rûsyayê ya ji bo Sûriyeyê qebûl nekir

Rûsyayê rêya alîkariya navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê veto kir û got bila ji bo 6 mehan bi tenê deriyekî sînor alîkarî bê şandin, lê Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) vê pêşnûmaya Rûsyayê qebûl nekir.

Türkan Tosun  | 09.07.2020 - Rojanekırın : 09.07.2020
Konseya Ewlehiya NYyê pêşnûmaya Rûsyayê ya ji bo Sûriyeyê qebûl nekir

New York

Rûsyayê rêya alîkariya navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê veto kir û got bila ji bo 6 mehan bi tenê deriyekî sînor alîkarî bê şandin, lê Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) vê pêşnûmaya Rûsyayê qebûl nekir.

Ji bo ku alîkariyê bişînin Sûriyeyê biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî hewce dike. Ji sala 2014an vir va li gor biryara KENYyê alîkarî tên kirin ku dema wê di 10ê Tîrmehê da diqede.

Rûsyayê duh di Konseya Ewlehiyê ya NYyê da ji bo vê mekanîzmaya ku ji du deriyên sînor ê Tirkiyeyê alîkarî tê şandin veto kir û li gor xwe pêşnûmayek pêşkêşî konseyê kir.

Rûsyayê di pêşnûmaya xwe da got bila alîkariya navneteweyî 6 mehan bi tenê ji Babulhewaya li hemberî Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê ya Tirkiyeyê bigihêjin Sûriyeyê, lê ji ber ku di KENYyê da negihîşt 9 rayan, pêşnûma nehat qebûlkirin.

Amerîka, Fransa, Îngiltere, Almanya, Belçîka, Estonya û Komara Domînîkê li hemberî pêşnûmayê gotin "na", Rûsya, Çîn, Vîetnam û Afrîkaya Başûr got "erê", Tûnis, Nîjer, Endonezya û Saînt Vincent jî bêalî man.

Li gor biryara KENYyê alîkariyên navneteweyî yên ji bo Sûriyeyê dişînin bi tenê li ser Tirkiyeyê ji 2 deriyên sînor tên kirin ku yek Babusselameya li hemberî Oncupinarê, ya din jî Babulhewaya li hemberî Cîlvegozuyê ye.

Piştî vetokirina Rûsya û Çînê ya duh herdu deriyên sînor jî di 10ê Tîrmehê da heke biryareke nû neyê dayîn wê bên girtin. Alîkariyên ji bo 3 milyon Sûriyeyiyan tên şandin jî wê bên rawestandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın