Dinya

Kolombiyayê ji Kubayê xwest ku mizakerevanên ELNyê derdest bike

Ivan Duqueyê Serokê Kolombiyayê ji Casa de Narinoya Qesra Seroktiya Bogotayê bangî hemû welatiyên Kolombiyayê kir û êrîşa li ser Xwendingeha Polêsan a General Santarder nirxand

Haydar Şahin  | 19.01.2019 - Rojanekırın : 20.01.2019
Kolombiyayê ji Kubayê xwest ku mizakerevanên ELNyê derdest bike

Bolivar

BOGOTA 

Kolombiyayê êrîşa terorê ya du roj berê tê da 21 kes hatibûn kuştin wekî hincet nîşan da û xwest ku heyeta mizakereyê (kesên payebilind) ya Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ya rêxistina çepgir a li Kubayê ye bira were derdestkirin.

Ivan Duqueyê Serokê Kolombiyayê ji Casa de Narinoya Qesra Seroktiya Bogotayê bangî hemû welatiyên Kolombiyayê kir û êrîşa li ser Xwendingeha Polêsan a General Santarder nirxand.

Duque diyar kir ku li gor tesbîtan Jose Aldemar Rojas Rodriguezê êrîşa terorê kir endamê ELNyê ye, biryara hikûmetê ya ji bo sekinandina derdestkirina payebilindên ELNyê (ji bo mizakereyan hatibû sekinandin) rakirin û dîsa biryar dan ku bira werin girtin.

Duque wiha axivî: "Min şertên ku ji bo li Kubayê bimînin lazim dikirin ji rewacê rakir. Ev jî tê wê meneyê ku hemû îmkanên dewletê dabû payeblilindên ELNyê hatin betalkirin û bi bultena sor a INTERPOLê li wan bigerin."

Serokê Kolombiyayê Duque got ji bo piştgiriya piştî êrîşa terorê da ji Kubayê ra sipas dike û wiha pê da çû: "Me îro ji Kubayê xwest ku van terorîstên li axa xwe bira derdest bike, karûbarên fermî bike û wan teslîmî polêsên Kolombiyayê bike."

Duque diyar kir ku gelek hikûmetan li dijî êrîşa terorê piştgirî dan Kolombiyayê û wiha axivî: "Ji bo teqîbat û cezakirina koma terorîst em ê li piştgiriya navneteweyî bigerin."

Duque got ku ew ê "dewletên endamê ELNyê li axa xwe sitar dikin" sûcdar bikin û navê dewletekê neda.

- Êrîş

Roja pêncşemê li Bogotaya paytextê Kolombiyayê bi wesayîta 80 kîlo teqemenî barkirî va êrîşî Xwendingeha Polêsan a General Santander kiribûn û wesayît teqandibûn.

Di êrîşa ku Jose Aldemar Rojas Rodriguezê endamê ELNyê kir da êrîşkar jî tev 21 kes hatibûn kuştin û 88 kes jî birîndar bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın