Dinya

Kîtabeya li sûrên Kelha Bidlîsê hatibû dîtin hat xwendin

Li Kelha Bidlîsê ya ji destînasyonên turîzmê li ber sûran kîtabeyek hatibû dîtin û biribûn depoya avahiya zabiteyê. Kîtabeya ji heyama Qanûnî Siltan Silêman maye hat xwendin û naverok hat qeydkirin.

Haydar Şahin,Abdullah Tel   | 23.09.2020
Kîtabeya li sûrên Kelha Bidlîsê hatibû dîtin hat xwendin

Bitlis

 Li Kelha Bidlîsê ya ji destînasyonên turîzmê li ber sûran kîtabeyek hatibû dîtin û biribûn depoya avahiya zabiteyê. Kîtabeya ji heyama Qanûnî Siltan Silêman maye hat xwendin û naverok hat qeydkirin.

Kelha Bidlîsê ya li Bidlîsa bajarê ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye li ser zinaran hatiye avakirin, bi îhtişam û berhemên xwe yên dîrokî va tevkariyê dide turîzmê.

Di dema vekolanên Midûriyeta Muzeyê ya Xelatê dike da bermayiyên dîrokê ronî dikin derdikevin û tên qeydkirin.

Di vê çarçoveyê da ekîba li dora kelhê xebat dimeşand mermerekî dişibe kêlika merzelan dît û derket holê ku ev parçeyê kîtabeya berê hatibû dîtin û ji bo parastinê birine depoyê ye.

Li ser vê ekîbê xebat da destpêkirin û tesbît kir ku mermer kîtabeya temîratê ye û ji heyama Qanûnî Siltan Solêman maye.

Hat tesbîtkirin ku kîtabeya temîratê di salên 1533-1534an da hatiye nivîsandin. kîtabe hat xwendin û paşê kîtabe teslîmî Midûriyeta Muzeyê ya Xelatê kirin.

Hat dîtin ku di kîtabeyê da "Kelhe bi destê Siltan Silêmanê kurê Selîmşah û hakimê cîhanê û hikûmdarê Tirk, Ereb û Eceman hatiye nûkirin" hatiye nivîsandin.

- "Me kîtabeyê teslîmî muzeyê kir"

Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Feratê Doktor Korkmaz Şenê kordînatoriya vekolanan dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gor çavkaniyan li Kelha Bidlîsê gelek kîtabe hene.

Şen destnîşan kir ku wan di encama lêkolînan da ferq kir ku kîtabeyên heta niha derxistine gelek kêm in û wiha pê da çû: "Me berê kîtabeyeke ji heyama Qanûnî Siltan Silêman a salên 1535-1536an bi raya giştî ra parve kiribû. Di encama xebatên kolandinê yên sala 2019an da jî me dîsa kîtabeyeke temîratê ya ji heyma Qanûnî Siltan Silêman dît. Di lêkolînên me yên li dor û bera kelê û hevdîtinên ku me bi welatiyên li vê derê ne ra kir da li van deran kevirekî ser nivîsî hebûye lê tê gotin ku ew kêlik bûye. Gotin ku kevir birine avahiya zabitayê û em jî çûn û li wê derê me kevir kontrol kir.

Di berdewamiya axaftina xwe da Şen destnîşan kir wan di encama kontrol û lêkolînê da derxist holê ku ew kevir kîtabeya temîratê ya kelhê ye û li serê wiha hatiye nivîsandin:"Ev kelhe ji hêla hakimê cîhanê û hikûmdarê Tirk, Ereb û Eceman Siltan Silêmanê kurê Selîmşah va hatiye temîrkirin."

Şen ragihand ku wan kîtabe jî teslîmî Midûriyeta Muzeyê ya Xelatê kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.