Dinya

Ji Wezareta Karê Derve ya DYAyê bangawaziya serbest berdana xebatkarên AAyê

Wezareta Karê Derve ya DYAyê ragihand "Em bangawazî li rêveberiya Misrê dikin ku rojnamevanên (xebatkarên AAyê) yên binçavkirî berdin û îznê bidin medyaya azad."

Ahmet Aydın  | 15.01.2020 - Rojanekırın : 16.01.2020
Ji Wezareta Karê Derve ya DYAyê bangawaziya serbest berdana xebatkarên AAyê

Washington DC

Wezareta Karê Derve ya DYAyê ji bo serbestberdana nûçegihanên Ajansa Anadoluyê (AA) yên binçavkirî bangawazî li rêveberiya Misrê kir.

Berdevkekî Wezareta Karê Derve ya DYAy ku bi nivîskî bersiva nûçegihanê da û nexwest navê wî eşkere bibe derbarê girtina ser Ofîsa Ajansa Anadoluyê ya li Qahîreyê ji aliyê polîsên Misrê ve nirxandin kirin.

Berdevk di daxuyaniya xwe de got, "Haya me ji nûçeyên di wê biwarê de hene. Heke rast bin, em bangawazî li rêveberiya Misrê dikin ku rojnamevanên (xebatkarên AAyê) yên binçavkirî berdin û îznê bidin medyaya azad."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
AA
Bu haberi paylaşın