Dinya

Ji welatên endamê YEyê daxuyaniya Xan Ehmerê

Nûnerên Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya hevpar da bang kirin ku bira biryara hilweşandina Xan Ehmera li rojhilatê Qudsa Rojhilat a di bin dagiriya Îsraîlê da carekê dîsa were nirxandin.

Haydar Şahin  | 21.09.2018 - Rojanekırın : 22.09.2018
Ji welatên endamê YEyê daxuyaniya Xan Ehmerê

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Nûnerên Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) di daxuyaniya hevpar da bang kirin ku bira biryara hilweşandina Xan Ehmera li rojhilatê Qudsa Rojhilat a di dagiriya Îsraîlê da carekê dîsa were nirxandin.

Nûnerên Daîmî yê NYyên Fransa, Îngiltere, Holanda, Polonya, Swêd, Belçika, Almanya û Îtalyayê der barê hilweşandina Xan Ehmerê da daxuyniya hevpar dan.

Di daxuyaniyê da bal kişandin ku Dadgeha Bilind a Îsraîlê di 5ê îlonê da daxwaznameya niştecihan ji bo sekinandina hilweşandinê dabûn red kir û wiha hat gotin: "Dibe ku rayedarên Îsraîlê rabin herêma lê xwendingeh hene hilweşînin û niştecihên di nav wan da gelek xwendekar hene jî ji malên wan werin derxistin."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo helwesta xwe nîşan bidin vê daxuyaniyê didin û wiha hat gotin. "Em wekî welatên endamên YEyê di her firsendê da helwesta xwe ya li dijî polîtîkaya bicîkirinê ya Îsraîlê nîşan didin. Avakirina wargehan berevajiyî hiqûqa navneteweyî ye."

Di daxuyaniyêda bal kişandin ku Xan Ehmer hesas e û ji bo pêşeroja Filistînê di asteke girîng da ye. Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Heke ev dera were xirabkirin û niştecihên di nav wan da zarok jî hene ji vê derê werin derxistin dibe ku encamên neyînî yên mezin derkevin holê û ew ê çareseriya dudewletî jî tehdîd bike. Ji ber vê em bangî rayedarên Îsraîlê dikin ku bira xwe carekê dîsa binirxînin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku welatên endamê YEyê ew ê hewlên ji bo çareseriya dudewletî bidomînin û wiha hat gotin: "Ji bo avakirina Filistîneke lê jiyan dewam dike li qadê angajmaneke berdewam şert e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.