Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê peymana agirbesta li Xezeyê da got, "Qonaxa duyemîn niha dest pê dike."
Trump li ser platforma medyaya civakî ya Amerîkî Truth Socîalê da peymana agirbestê ya li Xezeyê hat çêkirin, nirxand.
Donald Trump diyar kir ku 20 girtiyên di destê Hemasê da hatine berdan û bal kişand ser ku rewşa wan baş e û wiha got, "Barekî mezin hatiye rakirin, lê kar hîn neqediyaye. Mirî wekî soz dabûn nehatine teslîmkirin. Qonaxa duyemîn niha dest pê dike."