Muhammed Emin Canik
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Elî ez-Zeydiyê Serokwezîrê Iraqê piştî êrîşên ku DYA û Erebistana Siûdî bi şev pêk anîn, ji bo civîna bilez gazî Lijneya Wezîran a Ewlekariya Neteweyî kir.
Li gorî nûçeya INAya ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, Zeydiyê Serokwezîr ji bo civîna bilez gazî Lijneya Wezîran a Ewlekariya Neteweyî kir.
Hat ragihandin ku piştî civînê daxuyaniya berfireh dê bê dayîn.
Heşda Şebiya li Iraqê ragihandibû, ji ber êrîşên ku hêzên Amerîka û Erebistana Siûdî li herêmên cuda yên welêt li dijî navendên wan kirin, 8 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.