Ali Makram Ghareeb
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ji bo 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî peyam weşand û wiha got, "Bi Tirkiyeyê ra têkiliyên me yên xurt wê bidome."
Barzanî li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ku navenda wê li Amerîkayê ye, bi Tirkî û Îngilizî daxuyanî da û diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin şirîkatiya xurt a bi Tirkiyeyê ra.
Barzanî wiha dewam kir:
"Di salvegera dehemîn a 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî da em şehîdên ezîz bi rehmet û rêzdarî bibîr tînin ku li dijî teşebisa derbeya menfûr di parastina demokrasî û pergala qanûna bingehîn a Tirkiyeyê da jiyana xwe feda kirin. Di îdraqkirina vê roja bibîranînê da em bi Tirkiyeyê ra di nava piştevaniyê da ne."
Barzanî daxuyand ku Tirkiye bi taybetî di 20 salên dawî da, bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan guherîneke girîng derbas kir, Tirkiyeyê pêşketina xwe ya aborî, bingeha xwe û tesîra xwe ya navnetweyî xurt kir û li herêma xwe derket asteke pêşeng.
Barzanî destnîşan kir ku HKI qîmeteke mezin dide şirîkatiya xurt a bi Tirkiyeyê ra, di çarçoweya aştiya herêmî, îstiqrar û hedefa refaha hevpar da ew biryardar in ku bi Komara Tirkiyeyê û Serokomar Erdogan ra têkilî û tevkariyê zêdetir xurt bikin û bidomînin.